Yîgît: Em ê li Wanê sindoqan ewle bikin

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê ya Partiya Çepên Kesk Oner Yîgît diyar kir ku li Wanê ji bo 2 hezar û 294 sindoqan dixebitin, muşahîd jî di nav de bi 5 hezar û 800 wezîfedarên sindoqan wê ewlehiya sindoqan bi temamî pêk bînin.

Ji bo hilbijartinê demeke kurt ma. Li Wanê, Partiya Çepên Kesk karên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan dewam dike. Li Wanê ji bo 707 hezar û 13 hilbijêran wê 2 hezar û 294 sindoq bêne danîn. Partiya Çepên Kesk wê ji bo ewlekariya sindoqan 5 hezar û 800 kesî wezîfedar bike. Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijêr bi temamî di hilbijartinên 14'ê Gulanê de dengê xwe bi kar bînin, karekî berfireh dike.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê ya Partiya Çepên Kesk Oner Yîgît ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew ji bo 2 hezar û 294 sindoqan kar dikin. Yîgît got, "Ji muşahîdan heta bi wezîfedarên li ser sindoqan ên dibistanan, hem karên perwerdeyê hem jî rê û rêbazên karê wan plansazî hatin kirin. Weke Partiya Çepên Kesk mafê me nîne ku em endam bidin desteya sindoqê, lê belê ji aliyê qanûnî ve piştî çar partiyên siyasî yên destpêkê, ji partiyên din ên siyasî bi pişkê tê diyarkirin. Di encama pişkavêtinê de em karin li navçeyên Rêya Armûşê, Erdîş, Çaldiran, Tûşba û Eremîtê endaman bidin desteya sindoqê. Li van her pênc navçeyan hejmara endamên me yên desteya sindoqê bi giştî hezar û 710 kes e. Li 8 navçeyên me yên din jî me berpirsyarê dibistanê yanî erkdarê ku dikare îtiraz bike, wezîfedar kir. Ji bo temamiya van me serlêdana fermî kir û hate qebûlkirin. Lewma li gel muşahîdên xwe em ê bi 5 hezar û 800 wezîfedarên sindoqan ewlekariyê bikin. Me ewlekariya sindoqê bi temamî misoger kirine."

Yîgît ragihand ku li hemberî hîleyên têkildarî hilbijartinê wan tedbîrên pêwîst wergirtine û got, "Li ser hîleyên hilbijartinê agahî ji me re tên, çiqasî rast in an na em nizanin. Bêguman em ê vê yekê di roja hilbijartinê de bibînin."

Yîgît bi bîr xist ku ji bo xwedîderketina li dengan, ji aliyê qanûnî ve mafê hilbijêran e ku li dora sindoqan bisekinin û banga xwedîderketina li dengan li hemû hilbijêran kir.

Yîgît anî ziman ku ew li bendê ne li Wanê tevlîbûneke xurt li hilbijartinê bibe û got, "Em hêvî dikin ku ji sedî 85 tevlîbûn li Wanê li dengdanê bê kirin. Hêvîdarim wê bi vî rengî be. Komîsyona me ya hilbijêran a bi tevger jî bi vî rengî dixebite."